Li Îtaliya tenê evro 103 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane
Ajansa Nûçeya Royterz belav kirîye, li Lombardîya, hejmara qurbanîyan zêde bû û di dema 24 demjimêrên burî de, ji 154 qurbanîyan gehişte 257 qurbanîyan.
Pêşbînî dihêt kirin, di ayîndeyeka nêzîk de, hikumeta Îtaliya amara nû ya tûşbûyan û qurbanîyan li tevaya welat rabigehîne.
Heya roja şembîya bûrî hejamra tûşbûyên derde Koronayê gehiştibû 108 hezar û 123 kesan û li 90 welatên cîhanê ev derd belav bûye. Çîn ji alîyê mirîyan di pileya yekem de ye û heya dûhî 3 hezar û 669 kesan canê xwe ji dest dane û 61 hezar kes jî çak vebûne.
K24
