• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan amara kuştîyên artêşa Tirkiyê ragehand

Erdogan amara kuştîyên artêşa Tirkiyê ragehand
Serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand, di meha bûrî de, 59 serbazên Tirkiyê li sinûrê Îdlibê hatîne kuştin û di beranber de, 3 hezar û 400 serbazên Sûriyê hatîne kuştin.

Li Entakîya, serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan gotarek pêşkeş kir û têde got: Rijêma Sûriyê hemû hêzên xwe şandîne Îdlibê, ev di demekê de ye, sêyeka axa wê li jêr “ dagîrkarîya Rêkxistîya YPG ya terorist de ye”.

Herweha got: Tirkiye parêzvanîyê li mafê xwe dike û rêkarên yekalîyane digire ber xwe bi armanca paraztina derdora derverên operasyonê.

Erdogan behsa wê yekê jî kir, ku armanca wan ewe seqayekê durist bikin daku 3 milyon û 600 hezar hevwelatîyên penaberên Sûriyê vegerînin deverên bakûrê Sûriyê.

K24
Top