Serok Barzanî: Em paşxaneya desthilata nû ya Sûriyê dizanin, lê wan peyama aştî û neşerkirinê ji Kurdan re şandine
Serok Barzanî di hevpeyvîneke taybet li gel kanala Şems, ragehand ku em paşxana desthilata nû ya Sûriyê dizanin, lê peyama aştî û şernekirinê bo kurdan şandine.
Serok Barzanî herwaha ragehand: Xebata me ya malbatîu li serdema Şêx Ebdulselam Barzanî ve destpê kir dema di destpêkên sedsala borî daxwaza mafê gelê kurd kir û piştre li ser destê Osmaniyan di sala 1914’an de hate darve kirin.”
Herwaha got: “Gelê Kurd gelek êş kişandiye, lê ya girîng ew e ku ev milet qet dev ji hêviyê bernedaye. Ev bi saya berxwedana tevahiya gel e û gelek kesan ji bo gihîştina vê rojê canê xwe feda kirine.”
Di derbarê guhertinên Sûriyê de amaje bi wê da: “Guhertinên Sûriyê pêşbînîkirî bû, em paşxana desthilata nû ya Sûriyê dizanin, her çend peyama me ya rasteras nîne, lê peyama wan peyama erênî bo aşitiyê şandiye û dibêjin dixwazin li gel kurdan bigehêjin têgehiştinê, li ser wê bingehê me jî hewla xwe da ku kurdên Rojava yek helwesta wan hebe.”
Serok Barzanî herwaha ragehand: “Îran welatekî girînge li navçeyê, me ti demê nexwastiye ku ti astengiyeke me hebe li gel Îranê, Lê ew pêywendiyên ku heye divê li ser bingeha rêzgirtina herdu aliyan be, em naxwazin ti carî li gel Îranê astengiyên me hebin.”
Herwaha dibêje: “Pêşketina Herêma Kurdistanê bê astengî nebûye. Ji sala 2014an vir ve, Bexdayê budceya Herêma Kurdistanê kêm kir, şerê li dijî DAIŞê, daketina bihayên petrolê û vîrusa koronayê, ku hemû bûne sedema rawestandina an jî hêdîbûna vê pêşketinê heta radeyekê mezin.”
Herwaha amaje bi wê jî daye: “Min her tim ew baweriya xwe neguhertiye ku mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ev mafekî Kurdan e û pir normal e. Ev mafê her miletî ye, tevî miletê Kurd jî.”
Serok Barzanî herwaha aşkera jî kir: “Di jiyana xwe de ti tiştek nîne ku ez jê poşman bibim, lê gelek tişt hene ku ez niha dizanim ku eger min bizanibûya wê demê min dibe ku bi awayekî din tevgeriyaba.”
Basnews
