• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ayetullahekî Iraqê ber vîrusa korona ket

Ayetullahekî Iraqê ber vîrusa korona ket
Ayetullahekî Iraqî ber vîrusa korona ket û kesekî nêzîk wî jî daxuyaniyek da.

Kurê Ayetullah Hadî El Muderrîsî Muhsîn El Muderrîsî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, bavê wî naha di qonaxa çareser kirinê de ye û tê derman kirin.

Muhsîn El Muderrîsî ragehand, ku hîn bi temamî piştrast nînin ku bavê wî ber vîrusa korona ketiye, lê çapemeniya Iraqê dibeêje, Ayetullah Hadî El Muderrîsî li bajarê Qum a Îranê, ber vîrusa koronayê ketiye.

Vîrusa korona dawiya sala borî li bajara Wuhan a Çînê derket û meha Sibatê jî li bajarê Qum a Îranê, ku bajarekî pîroz ê şîeyên Îranê ye û piraniya zanayên olî yên şîe li wê derê jiyan dikin, li wêderê belav bû.

Basnews
Top