• Tuesday, 10 February 2026
logo

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bersiva Esed da

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bersiva Esed da
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed da ku gotibû, “Amerîka petrola Sûriyê didize”.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins û Berdevkê Ragihanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî îro li baregeha hêzên Amerîkayê ya li bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê, konferanseke rojnamevaniyê encam dan.

Myles Caggins di wê konferansê de bersiva gotinên, Serokê Sûriyê Beşar Esed da ku gotibû, “Amerîka petrola Sûriyê didize” û ragihand ku petrola navçeyê ji aliyê xelkê wê ve tê birêvebirin û ew jî weke Hevpeymaniya Navdewletî, petrolê diparêzin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî got jî, “Berî her tiştî divê Esed kuştina xelkê sivîl rawestîne, ku bi sedema wî, bi dehan hezar kes hatine kuştin û koçberkirin.”

Myles Caggins amaje bi wê kir,Hevpeymaniya Navdewlletî ji bo şerê li dijî DAIŞê li vir e û got, “Ji bo ku em jêrxana girîng biparêzin ku ji aliyê xelkê navçeyê ve tê birêvebirin û aktîvkirin, kar li ser dikin. Ti kesekî Amerîkî nîn e, têkelî vê mijarê bibe,ku tiştekî bidize, li vir her tişt ji aliyê xelkê ve tê birêvebirin, em jî diparêzin. Me dît çawa aliyên din petrolê birin, lê em li virin jo bo ku careke din ev tişt rû nede.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dibêje, “Em hana wan didin li bakurê rojavayê Sûriyê şer rawestînin û dest bi danûstandina siyasî bikin.”

Herwiha derbarê gotinên Esed ên derbarê Doza Kurdî de jî berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, “Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriya siyasî, bersivdayîna daxuyaniyan û şîrovekirina naverokê wê girêdayî aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em wekî hêzên leşkerî ne erkê me ye bersiva van daxuyaniyan bidin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî tekez jî kir ku ew dê berdewam bin li ser hevkariya xwe ya li gel hêzên HSDê heta ku DAIŞê jinav dibin.

Berdevkê Ragihanda Hêzên Sûriya Demokratîk Mistefa Balî jî tekezî li ser wê kir ku kar û xebatên wan li gel Hevpeymaniya Navdewletî her berdewam in û di çarçoveya karên wan de ew hemahengiyê di şerê li dijî DAIŞê de dikin.

Rudaw
Top