• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji Erdogan bo Merkel: Rêkeftina penaberan betal bûye

Ji Erdogan bo Merkel: Rêkeftina penaberan betal bûye
Serokkomarê Tirkiyê dibêje, rêkeftina penaberan ya navbera wan û Yekîtiya Ewrupayê betal bûye û divê rêkeftineke nû were îmzekirin.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi telefonê, li ser rêkeftina Tirkiye û Rûsya û rewşa penaberan axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyê, Erdogan ji Merkel re gotiye, rêkeftinên berê yên derbarî penaberan de kar pê nakin û pêwîstî bi rêkeftineke nû heye.

Tirkiye bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewrupa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan, astengên pêş koçberan rakirin û koçberan ber bi sînorê Yunanistanê ve dişîne, ku biçin Ewrupayê.

Herwaha Erdogan dibêje, bi rêkeftina dawî ya bi Rûsyayê re, ewlekariya sivîlan û serbazên Tirkiyê girtine gerentiyê.

Basnews
Top