• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dinirxîne

Hevpeymaniya Navdewletî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dinirxîne
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge derfeteke baş e, ji bo Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî zêdetir hevkariya Wezareta Pêşmerge bikin.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins ji K24ê re ragihand: “Dixwazin Pêşmerge bikin bihêztirîn û rêkxistintirîn hêz, bi awayekî ku gelekî ji berê cuda be.”

Myles Caggins got: “Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi piştevaniya Wezareta Pêşmerge di şerê li dijî paşmayên DAIŞê de berdewam e. Hîna DAIŞ li Mexmûr û Diyale gef e. Herwiha di rahênankirina Pêşmerge li ser teknîka şerê li dijî DAIŞê berdewam dibin”.

Diyar kir jî: “Hevpeymanî ku gelek welatên wek Îtalya, Almanya, Hingarya, Brîtanya û Finlenda lixwe digire, çalakiyên wan li Herêma Kurdistanê ne. Amerîka piştevaniya Pêşmerge kiriye û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge jî, derfeteke baş e, ji bo em di hevkariyan de berdewam bin, ji bo Pêşmerge bibe bihêztirîn, birêkxistintirîn û bibandortirîn hêze û ji berê cuda be. Çavê me li wê ye, hevkariya zêdetir bi asayiş, Wezareta Pêşmerge û hemû hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re bikin”.

Demek e bi hevahengiya bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re, Wezareta Pêşmerge bernameya çaksaziyê û xwerêkxistinkirê ragihandiye.

K24
Top