• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zêdetir ji 57 hezar tûşbûyên Koronayê çak bûne

Zêdetir ji 57 hezar tûşbûyên Koronayê çak bûne
Li gor dawîn amarên hatine belavkirin, 57 hezar û 389 kes ji vîrusa Koronayê çak bûne.

Rojane welatên cîhanê amarên nû derbarê hejmara tûşbûyên bi vîrusa Koronayê belav dikin û heta niha 102 hezar kes bi wê vîrusê ketine û zêdetir ji nîviya wê hejmarê jî çareseriya wan hatiye kirin û ji vîrusa Koronayê xilas bûne.

Li gor dawîn amaran, 57 hezar û 389 kes ji vîrusa Koronayê çak bûne û piraniya wan li herêma Hubey a Çînê ne ku bajarê Wuhanê jî dikeve nav sînorên wê herêmê ku ew bajar weke navenda belavbûna vîrusê tê zanîn.

Çîn diyar dike ku hejmara tûşbûyan ber bi kêmbûne ve ye. Pisporên wî welatî ji tîmên bilind ên bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, radigihînin ku tê çaverêkirin, heta dawiya vê mehê ti tûşbûyekî nû bi vîrusa Koronayê li wî bajarî neyê tomarkirin.

Li aliyê din li wî welatî heta niha 3 hezar û 72 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top