Cihên giştî yên Hewlêrê bi dermanê antî-vîrus tên şûştin
Serokê şaredariya Hewlêrê, Ebdulwahîd Ehmed ji BasNewsê re got, ji bo ku nexweşiya Koronayê zêdetir belav nebe û pêşiya wê were girtin, me biryar da bazar û cihên giştî yên Hewlêrê bi dermanê antî-vîrus bişon û dezenfekte bikin.
Ebdulwahîd Ehmed da zanîn, ew pilan dê îro danê êvarê bikeve piratîkê û got, cihên qerebalix yên mîna navenda bajêr, bazara Qeyserî, bazara Seydawe, bazara Teyrawe, bazara Kûran û bazara Îskan di çarçoveya wê pilanê de ne.
Şeva borî wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê jî kesek bi nexweşiya Koronayê ketiye.
Basnews
