• Monday, 11 May 2026
logo

ENKSê bersiva Beşar Esed da: Hişmendiya rêjîmê nehatiye guhertin!

ENKSê bersiva Beşar Esed da: Hişmendiya rêjîmê nehatiye guhertin!
Endamekî rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bersiva gotinên serokê Sûriyê Beşar Esed yên li ser maf û doza kurdan li Sûriyê da.

Serokê komîteyên xwecihî yên ENKS li Rojavayê Kurdistanê Muhsin Tahir li ser gotinên serokê Sûriyê Beşar Esed yên li ser kurdan ji K24 re got: “Hişmendiya rêjîma Sûriye nehatiye guhertin, bi taybetî jî li ser doza Kurd. Bîr û baweriyên rêjîma Esed, hîn mîna hişmendiya beriya sala 2011 ne. Jiber vê yekê, gava em dibêjin Şam ne amade ye çareseriya pirsa Kurd e. Bi vê helwesta xwe ya niha Esed/Şam vê yekê carek din tekez dike. Dibêje: Tiştek bi navê Doza Kurd, Kurdistana Sûriye nîne. Piştî ewqas penaberî, koçberî, alozî û şerê navxweyî, hîn jî rêjîma Sûriye dibêje: Doza Kurd nîne!”

Muhsin Tahir diyar kir: “Em miletek resen in li ser xaka xwe! Mafên me yên neteweyî hene. Erê em beşek ji Sûriye ne lê me ji sala 1957 ve li ser du astan kar kiriye. Asta demokrasî ji bo gelên Sûriye û asta neteweyî, ji bo pêkanîna mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê. Heta em hebin, em dê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê xwe bixebitin.”

Serokê Sûriyê, Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Russia 24 de, êrişî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûriyê nîne û ew yek xeyal û derewe e.

Basnews
Top