• Monday, 11 May 2026
logo

Wezareta tenduristiya Kurdistanê: Li Hewlêrê jî kesek bi nexweşiya Koronayê ketiye

Wezareta tenduristiya Kurdistanê: Li Hewlêrê jî kesek bi nexweşiya Koronayê ketiye
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, li bajarê Hewlêrê kesek bi nexweşiya Koronayê ketiye.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku têsta Koronayê bo 27 kesan hatiye kirin û di encamê de têsta jinekê pozîtiv bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta tenduristiyê, ew jina ku bi nexweşiya Koronayê ketiye, temenê wê 33 sal e û xelka Hewlêrê ye.

Wezareta tenduristiyê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku pabendî biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe û rêkar û rênimayiyên Wezareta Tenduristiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê bin û ji bo dîtina kesên gumanbar alîkariya tîmên tendirustiyê bikin.”

Bi nexweşa Hewlêrê re hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê ketine, gihîşt 9 kesan ku yek ji wan miriye û yên din jî rewşa wan baş e. Piraniya wan jî li Silêmaniyê ne.

Herwiha li gor agahiyên wezareta tenduristiyê, hejmara kesên hatine qerentînekirin 2804 kes in û li 30 cihên cuda de hatine qerentînekirin û 982 kes ji wan vegeriyane nav kes û karên xwe.

Wezareta tenduristiyê hemwelatiyan piştrast dike ku ew dê berdewam bin li ser karê pêwîst bo rêkarên xweparastinê û dîtina gumanbaran.

Basnews
Top