Hewlêr- Hemû pêşangehên otomobîlan hatin girtin
Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de da zanîn rojên înê firotina otomobîlan li sinorê parêzgeha Hewlêrê dûçarî qerebalixiyeke zêde çêdibe. Lewre ji roja 06.03.2020an heta 01.04.2020an hemû pêşangehên firotina otomobîlan li sinorê parêzgeha Hewlêrê roja înê werin girtin.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye ragihandin her kesê xwedî pêşangeh pabendî wê biryarê nebin bi daxistina pêşangehên otomobîlan dê bêne cezakirin.
Basnews
