Idlib - Piştî agirbestê Tirkiyê kuştina 21 serbazên Sûrî ragihand!
Nîvê şeva borî agirbesta Rûsya-Tirkiyê, ku piştî hevdîtina Erdogan û Putîn li Mosko pêk hat, li bakûrê rojavayê Sûriyê cîbicî bû.
Piştî ragehandina agirbestê,Tirkiyê kuştina du serbazên xwe li Îdilbê ragehand.
Wezareta berevaniya Tirkiyê jî ragihand, ku di berisva kuştina serbazên xwe de, wan jî bingehên artêşa Sûriyê kirine armanc û di encam de, 21 serbazên hikûmetê kuştine.
Dezgeha çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, jî ragihandiye ku tevgera firokeyên Rûsya li devera ku agirbest lê hatiye ragihandin, nemaye lê artêşa Sûriyê çeperên hêzên opozîsyonê yên li derdora Hema, Heleb û Cebel Elzawîye da ber topan.
Basnews
