Amerîka: Îranê alîkariya me qebûl nekir
Brian Hook di hevpeyvînekê de ragihand, Amerîka mezintirîn dabînkerê alîkariyên mirovî ye, me berê alîakriyên mirovî pêşkêşî Îranê kiriye, dema ku tûşî qeyranê bûye.
Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de diyar kir, wan ji bo rûbirûbûna metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê jî pêşniyara alîkariyê daye Îranê, lê berpirsên Îranî ew yek red kirine û hêvî kir, ku Tehran wê pêşniyara Waşingtonê qebûl bike.
Li Îranê li gor amarên fermî yên hikûmetê, 107 kes bi sedema vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane û 3513 kes jî tûşî vîrusê bûne.
Wezareta Tendirustiya Îranê herwiha diyar kiriye, ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê li wî welatî heta niha 739 kes jî baş bûne.
Li ser asta cîhanê jî, hejmara kesên tûşî vîrusa COVID-19 bûne gihîştiye 98 hezar û 424 kesan, ku piştî çavdêriyên pizîşkî û wergirtina çareseriyan, rewşa tendirustiyê ya 5 hezar û 635 kes ji wan baş bûye.
Herwiha li cîhanê heta niha 3 hezar û 383 kes jî bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê mirine.
Rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi vîrusa koronayê li welatê Çînê ye, ku bo yekemîn car ev vîrus li wî welatî peyda bû û li cîhanê belav bû. Li Çînê heta niha 80 hezar û 552 kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 3 hezar û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
