• Monday, 11 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Deskeftên niha berhema raperînê ne

Mesrûr Barzanî: Deskeftên niha berhema raperînê ne
dibêje lazime bi rihê raperînê berevanî ji destkeftên gelê Kurdistanê bikin


Serokwezîrê herêma Kurdistanê derbarê salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê de peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Îro 29 sal bi ser raperîna mezin ya gelê Kurdistanê ya di sala 1991an re derbas dibe, bi vê boneya şikomend, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim. Raperîna şikomend ya 1991an werçerxaneke dîrokî bû di xebata tevgera azadîxwaz ya xelkê Kurdistanê de ku li hember stem û dagîrkerî serî hilda û ev peyam bi tevahiya cîhanê da ku gelê Kurdistanê bindestî, çewsandin û înkar kirina mafên xwe yên reva red dike.

Raperîna mezin ya 1991an berhema yekgirtî û yekrêziya tevahiya çîn û pêkhateyên Kurdistanê bû, destkeftên niha yên gelê Kurdistanê û ev awedanî û pêşkeftina doza reva ya xelkê Kurdistanê û pêgeha diyar ya herêma Kurdistanê di civaka cîhanî de, berhama sores û serhildanên berdewam yên xelkê Kurdistanê ne di nav de raperîna mezin ya 1991an, ku lazime bi heman rihê yekrêzî û yekdengiya serhildanê, berevanî ji destkeftên nîştimanî bikin.

Salvegera raperîna Adara 1991an pîroz be, Kurdistan jî hertim aram û ava be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

5.3.2020
Top