• Monday, 11 May 2026
logo

Hisîn Koru: 400 heta 500 revandiyên êzdî linav kempa Holê hene

Hisîn Koru: 400 heta 500 revandiyên êzdî linav kempa Holê hene
Berpirsê‌ Nîvîsîngeha rizgarkirina revandiyên êzdî Hisîn Koru diyarkir ku em guman dikin 400 heta 500 revandiyên êzdî yên jenosîda Şingalê li roja 3/8/2014 hatîne girtin û revandin ji aliyê‌ terorîstên DAIŞê dinav kampa Holê de li Rojavayê‌ Kurdistanê‌ hene.

Berpirsê‌ Nîvîsîngeha rizgarkirina revandiyên êzdî Hisîn Koru ji BasNewsê re axivî û got: "Me pêzaniyên pişit rastkirî hene dinav kampa Holê de li Rojavayê‌ Kurdistanê‌ jimara zor revandiyên êzdî mane nehatine rizgarkirin. Em daxwaz ji Xaça Sor ya Navdewletî û Yekîtiya Ewropa û Amerîka û hevpeymaniya wê‌ dikin arîkariya me bihête kirin bo hindê‌ kampa Holê‌ bihête pişkinînikirin û keç jin û zarokên êzdî bêne rizgarkirin."

Herwiha Hisîn Koru da zanîn ku xizanên DAIŞê revandiyên êzdî tirsandîne û DAIŞ wisa revandiyên êzdî tê gihandîne heger bizivrine nav êzdiyan dê‌ metirsiyê‌ li ser jiyana wan heye lê‌ hîç metirsiyek li ser revandîyan tuneye êzdî bi şêweyekê‌ mezin pêşwaziya wan dikin.”

Ji jenosîda Şingalê 6417 kesên êzdî ji aliyê‌ DAIŞê ve hatibûne revandin heta niha bêhtir ji sê‌ hezar kes hatine rizgarkirin û hîn jî çarenivîsa 2 hezar û 900 revandiyên êzdî diyar nîne

Basnews
Top