Emîrek û 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê, emîrek û 5 çekdarên DAIŞê li navçeyekê di navbera Kerkûk û Selahedîn de serderkirin.
Herwiha ragihand, di encama teqîna 2 bombeyên çandî li nava 2 zeviyên çandiyê li bajarokên Ebare û Gulala yên li bakurê Diyale, cotkarek hate kuştin û jin û zarokekî jî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê da zanîn jî, li gundê Xerzê yê ser bi qezaya Mexmûr ve, çekdarên DAIŞê bi cilên serbazî 2 welatiyên sivîl kuştin û welatiyekî din jî bi kêran birîndar kir.
K24
