Fermandarekî sipaha pasdaran ji ber vîrusa koronayê mir
Malpera Rukna vê derbarê de belav kir, Remezan Pûrqasim yek ji fermandarên sipaha pasdaran bû û kêmendamê kîmyayî yê dema şerê Îran û Iraqê bûye. Vê dawiyê wek berpirsê rêxistina nimêjên înê yê bajarê Sarî yê navenda parêzgeha Mazenderan bû.
Ew fermandarê sipaha pasdaran ku berê berpirsê Îtlaata hêza bejayî bû, çend roj bû ber vîrusa koronayê ketibû û îro li nexwaşxaneya Sarî jiyana xwe ji dest da.
Basnews
