• Tuesday, 10 February 2026
logo

Encumena bilind ya fetwayê: Kî ji ber Koronayê bimire, “şehîd” tê hesibandin!

Encumena bilind ya fetwayê: Kî ji ber Koronayê bimire, “şehîd” tê hesibandin!
Encumena bilind ya fetwa li Herêma Kurdistanê ragihand, her kesê ku ji ber nexweşiya Koronayê bemire “şehîd” tê hesibandin.

Serokê yekitiya zanayên ayîna îslamê li Herêma Kurdistanê, Mela Weysî Seîd, ku di heman demê de serokê encumena bilind ya fetwayê ye jî, di press konferansekê de li ser nexweşiya Koronayê ragihand, endamên encumena bilind ya fetwayê îro li ser nexweşiya Koronayê civiyan û çend biryar ji bo xwe parastin ji nexweşiya Koronayê dan.

Mela Weysî Sedî da zanîn, encumen daxwaz ji tevahiya xelkê Kurdistanê dike şîretên dezgehên pêwendîdar li ser nexweşiya Koronayê bicîh bînin.

Serokê encumena bilind ya fetwayê her wiha got, biryareka din ya encumenê ew bû ku nimêjên îniyê nayên sekinandin, tenê li wan bajar û deverên ku nexweşiya Koronayê heye, tên sînordarkirin.

Bi gotina Mela Weysî Seîd, li gorî fetwaya encumena bilind ya fetwayê, ew kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê bimirin dê “şehîd” bên hesibandin û tevahiya karên şûştin û veşartina wan jî di stûyê hikûmetê de ye.

Basnews
Top