• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Em piştgiriya hewlên Tirkiyê yên li Idlibê dikin

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Em piştgiriya hewlên Tirkiyê yên li Idlibê dikin
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya û piştî civînê Raab ragihand ku ew piştgiriya “hewlê Tirkiyê yên ji bo pêkanîna agirbestê li Idlibê” dikin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab û Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiyan û piştî civînê li avahiya fermi ya Wezareta Derve ya Tirkiyê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Dominic Raab got ku wek NATO ew jî “pitgiriyê didin Tirkiyê ku hewl dide li Îdlibê cardin agirbest bê pêkanîn.”

Raab anî ziman ku di drama mirovî de berpirsiyara herî mezin a hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ye.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê herwiha operasyonên hikûmeta Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsyayê li Idlibê weke êrîşên herî xedar ên di dîroka nêzik de pênase kir.

Mevlut Çavuşoglu jî derbarê koçberan de got: "Divê saziyên Yekîtiya Ewropayê siyanetê nîşanî nirxên hevbeş ên Ewropa û mirovahiyê bidin."

Mevlut Çavuşoglu diyar kir geşedanên dawîn ên li Îdlibê barê koçberiyê yê li ser Tirkiyê giran dike û wiha pê de çû: "Ji ber pêla koçberiyê ya nû koçber dixwazin herin dewletên sêyem ên ewle, ji ber ku koçber dixwazin herin Tirkiye siyanetê nîşan dide. Em nikarin kesî bi zorê li Tirkiyeyê bigirin."

Çavuşoglu derbarê koçberên diçin Ewropayê de jî got ku ew di wê rewşê de nînin ku wan bidin sekinandin.

Rudaw
Top