Wezîrê Derve yê Îranê: Gera sêyem a danûstandinan bi Amerîkayê re baş derbas bû
Îro 26.04.2025, gera sêyem a danûstandinên Îran û Amerîkayê ya di derbarê pirsgirêka atomî de li Umanê birêve çû û Werzîrê Derve yê Îranê jî encamên civînê bi erênî nirxand.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî, ragehand ku ev gera sêyem a danûstandinan a vêcarê bi ciddîtir û di atmosfereke vekirî de derbas bû. Herwaha diyar kir ku danûstandina vêcarê gelek ciddîtir bû ji ya yekem û dûyem.
Iraqçî amaje bi wê jî da û got, “Hîn jî nakokî û cudahî hene û em ê di rûniştina bê de li ser rêbazên kêmkirina wan nîqaş bikin. Lê em li ser têgihîştinê geşbîn in, her çend em bi hişyariyek mezin tevdigerin jî.”
Di heman demê de kanala SKY News a Erebî ragehandiye: Li gor gotina berpirsekî payebilind ê Amerîkayê, Amerîkayê gera sêyem a danûstandinan a dawî bi “Erênî û bi bingeh” li gel Îranê wesif kiriye.
Ew berpirsê Amerîkayî ji ajansa France Press ragehandiye, “Hîn gelek kar heye ku were kirin, lê pêşketinên nû ji bo gihîştina rêkeftinekê hatine bidestxistin."
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û nûnerê Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, roja Şemiyê li Mesqetê bi rêya navbeynkarên Umanê nêzîkî şeş demjimêran danûstandin kirin, hefteyek piştî gera duyem a danûstandinan li Romayê ku her du aliyan jî wekî avaker bi nav kirin.
Wezîrê derve yê Umanê Bedir Elbûseîdî ragehand: Hevdîtin dê hefteya bê berdewam bikin û civînek din a asta bilind bi awayekî ceribandin ji bo 3ê meha Gulanê hatiye plankirin.
Mijara sereke ya danûstandinan eve ye: Amerîka dixwaze dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê rawestîne û bi fermî israr kiriye ku Îran dev ji pêşxistina bombeya atomî berde, lê berpirsên payebilind ên Îranî dibêjin: Ev bername aştiyane ye û armanca dewlemendkirina uranyûmê tenê ji bo enerjî û aboriya welêt e.
Basnews
