Birayê Ocalan serdana wî kir
Malbata Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn.
Parêzerên Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medyay civakî ragihand ku îro Sêşemê 3yê Adara 2020an Mehmet Ocalan çûye Girava Îmraliyê û ligel birya xwe Abdullah Ocalan hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya parêzêrê Buroya Hiquqa Asrin ji bilî birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, malbata Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî çûn Îmraliyê û hevdîtin bi xizmên xwe re pêk kirin.
Rudaw
