• Tuesday, 10 February 2026
logo

Soylu: 130 hezar koçber derbasî Yunanistanê bûne

Soylu: 130 hezar koçber derbasî Yunanistanê bûne
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê radigihîne, îro zêdetir ji 130 hezar koçberî derbasî Yunanistanê bûn. Peyamnêrê K24ê jî dide zanîn, tenê 445 koçber gihîştine giravên Yunanistanê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 09:15, 130 hezar 469 koçber derbasî nava xaka Yunanistanê bûn.

Suleyman Soylu tekez kir, koçberên ku li Tirkiyê bûn li beravan kom bûn û îro bi karînên xwe derbazî nav xaka Yewnanistanê bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da zanîn, daxwaza koçberan ew e ku xwe bigehînin welatên Ewropa, ew jî li hemberî vê daxwaza koçberan, dê nebin asteng.

Ji aliyê xwe ve şanderê K24ê bo Yunanistanê li ber xala sînorî ya di navbera Yunanistan û Tirkiyê de da zanîn, şeva bûrî bi riyên bejahî ti koçberek jî ji Tirkiyê derbasî Yunanistanê nebûye, hin kesên xwastine derbas bibin jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Yunanistanê ve hatine desteserkirin.

Peyamnêrê diyar kir jî, di riya deryayê re 50 belemî xwast derbas bibin, tenê jê 12 belem ku 445 koçber tê de bûn gihîştin giravên Yunanistanê.

Amaje bi wê jî da, li ser asta Yunanistan û Yekîtiya Ewropayê, bi ti carî gefên Tirkiyê yên şandina koçberan ber bi Ewropa ve qebûl nakin û bi tundî rêgirî li hatina koçberan tê kirin.

Da zanîn jî, medyaya Ewropa behsa hatina koçberan û egera kesên vîrusa Korona hilgirtibin di nava wan koçberan de hebin dikin, bi taybet ku ti kontrolkirineke tenduristî ji wan nîn e.

Tirkiye bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan ya Sûriyê û avakirina navçeya aram, berbestên pêş penaberan rakirin ta biçin Ewropayê.

K24
Top