Greva malbatan li pêşiya avahiya HDPê ya Amedê berdewam e
Ji 180 rojan zêdetir e ku malbatên daxwaza vegera zarokên xwe dikin nobeta xwe li ber avahiya HDPê ya bajarê Amedê berdewam dikin
Hêjmara wana gihîştîye 108 malbatan, her yek xwediyê serboriyeke cuda ye, yên ku zarokên wan di nav refên PKKê de ne hene; herwiha malbatên leşker û polîsan in ku zarokên wan di destê PKKê de dîlgirtîne, ji 3yê îlona sala borî ve li ber avahiya HDPê ya Şaxa Amedê rûniştine û ew daxwaz ji HDPê dikin da ku zarokên wan li wan vegerîne.
Yek ji wan çalakvanan Ferxedîn Akkuş dibêje: “Ev 180 roj e em li vir in, ne şev e ne roj e, ne cejn e ne şahi ye, her tim kurê min li ber çavên min e.”
Malbat di destpêkê de li ser pêlikên avahiya HDPê nobetê digirtin; lê ev 5 meh in konekî ji wan re hatiye vedan û ji bo razan û xwarinê alîkarî ji wan re tê kirin, her yek ji bajarek çûna wê derê, lê daxwaza wan hevpar e, ew salixek ji zarokên xwe dixwazin.
Çalkavan Salîhe Mert jî got: “Daxwaza me tenê em salixek an jî nameyek ji zarokên xwe bigirin, ev ne zelaliya rewşa wan weke mirinê ye ji bo me.”
Heta niha ji mangirtinê 11 malbatan encam wergirtine û zarokên wan bi destê dewleta Tirkiye radestê wan bûne; bêguman bi mercê hepsa malê û girêdana kelepçeya elektronîk ew di bin çavdêriyê de ne.
Yek ji wan jî Pelda Ayhan e ku 5 sal bû ji malbata xwe veqetiya bû, bi rewresmeke fermî ew radestê malbatê kirin. Pelda behsa wan kêliyên ku dayîka xwe dîtibû dike û zêde naxwaze behsa serboriya xwe bike.
Keça vegeriyayî Pelda Ayhan wiha axivî: “Min dayîka xwe li ser malperek dît û ez gelek aciz bûm, ez hatim niha cezayê min nîne; lê naxwazim li ser proseya hatina xwe tiştek din bêjim, biborin.”
Her çend hikumet û malbatên zarokan di vî babetê de hemû fişarên xwe li ser HDPê zêde kiribe jî HDP di wê baweriyê de ye ku ev lîstikekî gemar e li ser wan tê kirin.
Derbarê mijarê de Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçîer jî got: “Me tev dît ku ev malbat bi destê polîsan hatin li wê derê rûniştin, weke mesaîyeke wan hebe sibê tên rûdinên û êvarê diçin, hemû pêdiviyên wan bi destê dewletê tê dabînkirin, helbet diêşin; lê divê were zanîn pirsgirêka Kurd çareser bibe dê ev pirsgirêk jî nemîne”
Di 21ê Tebaxa sala borî de jineke bi navê Hacîre Akar çûbû li ber avahiya HDPê û îdîa kiribû ku kurê wê yê bi navê Mihemed ji aliyê HDPê ve hatiye revandin, Hacîre Akar pîştî dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi 3 roj şûn de kurê wî vegeriya bû, pîştî vê çalakiya jina Kurd di 3 îlona sala borî de beşek ji malbatên din jî çûbûn tevlî wê çalakiyê bibûn, hate roja îro ev çalakî berdewam in; bê guman ev çalakî ji aliyê ragihandina Tirkiyeyê jî ji nêz ve tê şopandin, ev malbat her roj li ser şaşayên televizyonê Tirkî daxuyaniya didin û herwisa fraksiyon, komele, rêxistin û siyasetmedarên nêzîkî hukumetê serdana wan dikin û pîştgiriya xwe ji bo wana radigihînin.
Rudaw
