• Tuesday, 10 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar riya M-4 û xalên YPGê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar riya M-4 û xalên YPGê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve riya navdewletî M-4, gundewarê Girê Sipî û xalên YPGê li bakurê Helebê topbaran kirin û û di şer û pevçûnan de 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî ve artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, derdora kampa Eyn Îsa, riya navdewletî M-4 û gundewarê Girê Sipî topbaran kirin, ti heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nayin zanîn.

Herwiha ragihand jî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi guleyên Hawinê derdora gundê Um Kêf li bakurê bajarokê Til Temirê topbaran kir.

Diyar kir jî, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve xalên YPGê li gundê Malkiyê li rojhilatê Efrînê topbaran kirin û şer û pevçûn di navbera wan û şervanên YPGê li eniya Miranazê derketin, di encamê de 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

K24
Top