Hewkar Axa Mizûrî: Yên ku PDK bi dijberiya Rojavayê Kurdistanê tohmetbar dikirin, çawa dikarin şerma xwe veşêrin?
Çalakvanekî siyasî bi tundî rexne li wan kesan digire ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi li dijî Rojavayê Kurdistanê tohmetbar dikin! radigehîne ku bi piştevaniya Serok Barzanî kurdên Rojavayê Kurdistanê dibin yek.
Duh çarşemê 23ê Nîsana 2025, li bajarê Hewlêrê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, cuda ji hevdîtina xwe ya taybet li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi wezîrê derve yê Fransa re jî hevdîtin kirine. Herwek berê jî ragehandibû ku roja şemiyê 26ê nîsanê dê konferansa yekdengî û yekgirtina kurdan birêve biçe, ku ev konfrans encamên hewlên Serok Barzaniye bo yekrêzî û yekdengiya kurdan li Sûriyê.
Di vê derbarê de çalakvanê siyasî Hewkar Mizûrî ji BasNewsê re ragehand, Serok Barzanî wek Rêberekî kurd û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek xemxorê kurdên hemû Kurdistanê hertim piştevaniya kurdên Sûriyê di her tiştekî ku di berjewendiya Rojavayê Kurdistanê de bû, li gel wan bûn, lê ti carî nebûn beşek ji siyaseta xwesapandî ya hin partiyên ku mixabin bi zihniyeta xwe ya desthilatdar dixwestin Rojavayê Kurdistanê birêve bibin.
Herwaha diyar kir: “Em hemû bi bîr tînin ku dema DAIŞê bi hovîtiyeke herî mezin êrişî Kobanê kir û metirsiya dagîrkirina wî bajarî hebû, bi piştevaniya Serok Barzanî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê sînorên sê dewletan derbas kirin û gihiştin Kobanê. Herwiha Serok Barzanî bû ku hevpeymaniya navdewletî anî ser xet ta ku alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji bilî wê jî dema beşeke xelkê Rojava êrîş li ser wan çêbû û zarokekî kurd bi çekên kîmyayî birîndar bû, Serok Barzanî ew zarok anî Herêma Kurdistanê û piştre ji bo çareseriyê şand Fransayê. Bi salane li Rojavayê Kurdistanê yekane deriyê cîhanê deriyê Sêmalka ye (di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de) û her dem ji bo berjewendiyên gelê Rojavayê Kurdistanê vekirî bû ye.”
Hewkar Axa herwaha dibêje: “Mixabin di van salên dawî de hinek partî û medyaya wan bi taybetî PKK û hinek hizbên li Silêmaniyê her çend bi xwe piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê nekirine, lê tenê di çarçoveya berjewendiyên hevbeş ligel PKKê bûye. Her çend PDK bi wê tometbar dikirin ku qaşo dijberiya Rojava dike, niha ku Mazlûm Ebdî hevdîtinên xwe yên girîng li şûna ku li Rojava û Sûriyê bike, li hewlêrê dike, hemû kesên ku PDK’ê sûcdar dikirin, bi şerm û rezîliyê man. Ez ji wan dipirsim dema dibînin kurd li Rojavayê Kurdistanê bi saya Serok Barzanî li hev dikin û digehêjin mafên xwe çawa şerma xwe vedişêrin.
Basnews
