Serokê Hikûmetê û Dozgerê Giştî yê Holandayî behsa dîroka tewanên jenosîda li Kurdistan û Iraqê kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Dozgerê Giştî yê Tekoşîna Dijî Teror û Tundrewiyê û Tewanên Navnetewî yê Holandayî kir û di hevdîtinê de behsa dîroka tewanên jenosîda li Kurdistan û Iraqê hate kirin.
Îro 24.04.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dozgerê Giştî yê Holandayî, yê Tekoşîna dijî Teror û Tundrewî û Tewanên Navnetewî Simon Minsk kir. Serokê Hikûmetê spasiya Simon Minsk kir ku bi salane kar li ser dosyayên jenosîd û terorê kiriye, ji wan jî bikaranîna çekên kîmyayî yên ji aliye rejîma berê ya Iraqê hat bikaranîn û herwaha kar li ser kirina dosyaya tewanên terorîstên DAIŞê ya li hember Êzidiyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwaha kar û hewldanên ji bo bidestanîna edaletê ji bo qurbaniyên wan tewanan jî bilind nirxand.
Di beşekî din a hevdîtinê de behsa dîroka tewanên jenosîda li Kurdistan û Iraq û pêwîstiya gehandina ceza ya tewanbaran û bidestanîna edaletê hat gotûbêj kirin.
Basnews
