Rojnameyeka Rûsî: Eger pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê xirab bibin Rûsya dê “karta kurd” bikar bîne!
Şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de bi piştevaniya Rûsyayê didome. Şer roj bi roj germtir dibe û pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî roj bi roj zêdetir dikevin metirsiyê.
Rojnameyeka Rûsî bi navê Komsomolskaya Pravda di raportekê de behsa encamên xirabûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê kiriye.
Di raporta wê rojnameya Rûsî de hatiye gotin, xirabtirîn senaryo ew e ku pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ji ber xatirê Sûriyê xirab bibin û bi yekcarî qut bibin.
Li gorî pêşbîniyên rojnameya han, di vê rewşê de Rûsya ji ber NATOyê nikare êrişî Tirkiyê bike lê dikare di warên aborî û siyasî de Tirkiyê tengav bike.
Li gorî şiroveya rojnameyê, Rûsya dê “karta kurd” li hember Tirkiyê bikar bîne, her wiha di warê aborî de jî ziyanên mezin bigihîne Tirkiyê bi taybet di warê tûrîzm û çandiniyê de.
Basnews
