• Tuesday, 10 February 2026
logo

Opozisyona Sûriyê 30 gund û bajarok ji destê hêzên hikûmetê derxistin

Opozisyona Sûriyê 30 gund û bajarok ji destê hêzên hikûmetê derxistin
Piştî êrîşên Tirkiyê yên li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê pêşketinên mezin li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê bi dest xistine û gelek dever ji destê hêzên hikûmetê derxistine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, grûpên çekdar û piştevaniya rasterast a hêzên hikûmeta Tirkiyê bi dehan gund û bajarok li başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê ji destê hikûmeta Sûriyê derxistine û ew ji riya M4 dûrxistin.

Li gor heman çavkaniyan, di nav 48 demjimêrên bihorî de, grûpên çekdar 31 bajarok û gund ji destê hikûmeta Sûriyê derxistine û niha şer li ser keviyên bajarokê Kefinbul dibe.

Duh yekşem 1ê Adarê jî, balafir û dronên Tirkiyê bi berfirehî tevlî şerê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê bûbûn û 2 balafirên şer ên artêşa Sûriyê yên ji corê Su-24 xistibûn xwarê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh di daxuyaniyekê de aşkere kir, Tirkiyê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê operasyonek bi navê Operasyona Mertala Biharê dest pê kiriye û da xuyakirin, êrîşa wan bo ser hêzên rejîma Esed berdewam bin, heta ku ew hêz vedigerin cihên xwe yên berê, ku di rêkevtina Soçî de lihevkirin li ser hatibû kirin.

Li aliyekê din ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA ragihand, ku artêşa wî welatî esmanê Idlibê girtiye û ragihandiye, “her balafirek sînorê esmanî li Idlibê derbas bike, ew dê wek balafira dijmin serederiyê ligel bikin û ew dê bixin xwarê.”

Rûsyayê jî diyar kir, ji ber ku Sûriyê esmanê Idlibê li ser firîna balafiran girtiye, ew nikarin garantiyê bidin balafirên Tirkiyê û derbarê vê yekê de hişyarî da Tirkiyê.

Berpirsê Navenda Lihevhatina Rûsyayê ya li Sûriyê, Oleg Juravlyov ragihand, piştî biryara Sûriyê ya ji bo girtina esmanê Idlibê û navçeya bakurê rojavayê wî welatî, “Rûsya nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê garantî bike”.

Rudaw
Top