Mesrûr Barzanî: Merasîma îro çîroka Kurdistanê bû
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma Roja Duaya Niştimanî de gotara dawîn pêşkêş kir û got: “Ez spasiya we hemûyan ji bo beşdarbûna we dikim, her kes ji bo me hokarek e ku em boneyeke serkeftî lidar bixin.” Herwiha ji beşdarbûyan re jî got: “Tiştê ku we îro dît, çîroka Kurdistanê bû û dema hûn vegerin welatên xwe, ji wan re vebêjin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Nîsanê di merasîma Roja Duaya Niştimanî de gotara dawiyê pêşkêş kir û amadebûyan re got: “Hûn hemû ji bo me bûn hokarek ku îro çalakiyek serkeftî hebe û ez dixwazim spasiya organîzatoran bikim.”
Got jî: “Ez dizanim ku ji bo we zehmet bû ku bi roj û şev kar kir ku ev bûyera yekem a serkeftî di dîroka Kurdan de hebe. Tiştê ku we kir ji hêviyên min wêdetir bû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku îro bêyî serkirdayetî û rêbertiya Serok Barzani tiştek çênedibû.
Herwiha got: “Ez spasiya hemû kesên ku ev Herêm parastine dikim. Ez gelek spasdarê hêzên Pêşmerge me ku Herêma Kurdistanê parastine.”
Mesrûr Barzanî ronê kir, me li Kurdistanê wiha kir ku bibe cihê pêkvejiyanê, gelek olên me yên cuda hene, lê belê cudahîyên di navbera me de qet me ji hev cuda nakin, lê me dikin yek, dihêlin em bi hev re bijîn û ji hev hez bikin, ji welat û Xwedê hez bikin.
Herwiha got: “Em bi ax, nasname û armancên xwe bawer dikin. Yên ku baweriya wan bi pêkvejiyana û aştiyê tune bû êrîşî me kirin, lê em sax man û biser ketin. Ger em her gav bi hev re yekgirtî bin, em dikarin li hember hemû dijwarîyan biser bikevin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û got ku welatên endam ên Hevpeymaniya li dijî DAIŞê alîkariya me kirin ku em îro li Kurdistanê bi azadî bijîn.
Herwaha diyar kir: “Ne ji qurbanî û hebûna hevalên me û bê mêrxasiya Pêşmergeyan, me nedikarî ewqas azad bijîn. Em spasiya hemû kesên ku me parastin dikin dikin," wî got.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di demên berê de derfet nehatibû dayîn ku em çîroka Kurdistanê ji cîhanê re vebêjin.” Herwiha ji mêvanan xwest ku rastiya li Kurdistanê dîtine, dema vegeriyan welatên xwe ji welatiyên xwe re vebêjin.
Di dawiya gotara xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, li ser navê tevahiya gelê Kurdistanê ji we re dibêjim, em ê ti carî hevkarî û piştgiriya dostên xwe yên li çaraliyê cîhanê jibîr nekin.
Basnews
