Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Zanîngeha Yaleyê ya Amerîkayê ku li cihanê yek ji wan zanîngehên herî bi navdar e di bîryareke dîrokî da ku belge û dokumanên komkujiyan ên ku li hemberî Kurdan hatine kirin wê êdî li wir werin arşivkirin.
Li Zanîngeha Yaleyê ya li eyalata Connecticutê konferanseke gelekî girîng ya bi navê "Dîrok û Mîrateya Komkujiya Kurdan" hate lidarxistin.
Di vê konferansê de hat ragihandin ku êdî arşîva komkujiyên li dijî Kurdan wê ji bo lêkolînên xwendekar û zanayan ji bo paşeroje were girtin.
Konferans bi rêzgirtineke bêdengî ji bo qurbaniyan û bi nişandana peyama dîmenî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dest pê kir.
"Hûn her wiha hişmendiya nifşên paşerojê jî diyar dikin"
Mesrûr Barzanî di beşeke peyama xwe de wiha got:
"Gotina min a dawî ji xwendekar û zanayên ku li vir kom bûne re, karê we girîng e.
Hûn ne tenê dîrokê dixwînin û diparêzin, hûn her wiha hişmendiya nifşên paşerojê jî diyar dikin.
Ez ji bo xebata we spas dikim. Em ne tenê bi gotinan, bi rastî jî bîranîna şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Sipas ji we re."
Di konferansê de wêne û dîmenên komkujiyên li dijî Kurdan hatibûn kirin jî wekî pêşangeh hatin nîşandan.
Her wiha birêvebir, beşdar û axaftvanên konferansê got ku arşivkirin ji bo paşerojê gelekî girîng e û eger arşiv neye kirin dibe ku komkujî disa were kirin.
Mohammed Îhsan li ser konferans û giringiya wê wiha got:
"Konferanseke li ser komkujiya dîroka Kurdan û çi arşîv hatiye girtin e.
Çawa ev komkujî li dijî Kurdan hatine kirin bi taybetî jî ji sala 1968an heta 2003yan.
Tesîra wê çi bûye, çawa bûye û çawa hatiye belgekirin û em çi dikarin bikin û çawa bi pêş ve bibin, em çawa bi awayekî navdewletî dikarin bidin nasîn."
"Em spasdarê hevkariyê ne"
Birêvebirê Bernameya Lêkolînên Komkujiyê yê Zanîngeha Yaleyê David Simon ji ber alîkarî û piştgiriyên wî spasiya Mesrûr Barzanî kir û got:
"Bi dîtina min hêjayî gotinê ye ku konferansa îro bi hevkariya Zanîngeha Yaleyê, Navenda MacMillanê ya Yaleyê û ofîsa cenabê wî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê tê kirin.
Em bi rastî spasdarê hevkariyê ne ku alîkarî kirin ku ev konferans were lidarxistin û hê bêtir ji bo îmkanên ku di paşerojê de dê zêdetir hevkarî were kirin."
"Gelek kes nizanin Kurd kî ne û li kû derê ne"
Badeen Mekael vê konferansê ji bo nasandina gelê Kurd wekî konferanseke giring bi nav kir û wiha anî zimên:
"Di serî de ez spasiya Rudawê dikim ji bo hatina we ya li vir. Ev tişt zor girîng e ji ber ku miletê Kurd zor nexweşî dîtine, zor talan dîtine.
Me bixwe hemiyan jî gelekî ji zaroktiya xwe vir ve dîtiye. Gelek kes nizanin Kurd kî ne û li kû derê ne.
Ez her tim dibêjim em Kurd miletekî mezin in lê bê dewlet. Ji 40 milyonî zêdetir bê dewlet. Zor kes evî tiştî nizanîn."
"Min bixwe 30 hezar belge, dokuman û arşîv kirîne"
Lêkolîner Adalat Omarê da zanîn ku wê bixwe derbarê komkujiyên li Kurdan bi hezarn belge kirîne û wiha pê de çû:
Gelekî belgename hene. Min bixwe bi şexsî 30 hezar belge dokuman û arşîv kirîne. Min zor lêkolîn kirine û belav kirine.
Beşekî zor îşê me heye. Mesela her ji bo nûmûne ji bo doza komkujiya Enfalê 9 hezar belgename hene.
Ji bo Feyliyan 8 hezar belgename hene, Barzaniyan 4 hezar belgename hene, Helebece 3 hezar 500 belgename hene."
Di vê konferansê de gelekî hurgilî derketin pêş, çawa mal û milkên Kurdan ji desten wan hatiye standin, çawa gundên Kurdan hatine şewitandin û talankirin, çawa bi hezaran Kurd hatine kuştin û komkujîkirin û ya din a girîng jî ev bû êdî li Zanîngeha Yaleyê arşîvek heye ew belge û dokuman ji bo pêşerojê wê di arşîvê de cih bigirin.
Rudaw
