• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Nêrîna me bo Kurdistanê zelal e, herêmeke ku hemû bawerî bi azadî lê dijîn

Gulan Media April 24, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Nêrîna me bo Kurdistanê zelal e, herêmeke ku hemû bawerî bi azadî lê dijîn

Roja 23.04.2025,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya fermî “X”ê balav kiriye: “Îro me yekem roja xwe ya Duaya Niştimanî li Kurdistanê encam da û nêrîuna me bo Kurdistanê zelale, herêmeke ku tê de hemû bîrûbewerî  û Pêkhate û Netewe bi serbestî tê de bijîn, pêk ve hemahengiya me ya temam hebe û bi hêvî li pêşeroja xwe ya hevbeş temaşe bikin.”

Îro bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hejmarek mezin ji berpirs û serkirdeyên pilebilind ên Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê, parlamenter û nûnerên hikûmetên Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn bi diruşmeya (Ber bi yekîtîya di baweriyê de) roja Duayê ya Niştîmanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

 

Basnews

Top