• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi salvegera karesata bombebarana Qeladizê ya ji aliyê rejima Beis ve peyamek belav kir

Gulan Media April 24, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi salvegera karesata bombebarana Qeladizê ya ji aliyê rejima Beis ve peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê şehîdên bombekirina Qeladizê û raperîn û xwepêşandana Qeladizê bibîr anîn.

Îro 24.04.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Di 51emîn salvegera bombebaran kirina bajarê Qeladizê û 43yemîn salvegera gulebaran kirina Raperîn û xwepêşanderên Qeladizê ya ji aliyê rejîma Beis de, em serê xwe li hember ruhê paqij ê şehîdên herdu karesatan ditewînin û bi rêz û rûmet em wan bibîrtînin.’’

 

Basnews

Top