• Monday, 09 February 2026
logo

Di erdheja Stenbolê de 151 kes birîndar bûn

Gulan Media April 24, 2025 Nûçe
Di erdheja Stenbolê de 151 kes birîndar bûn

Li Deryaya Marmarayê nêzîkî Stenbolê, bi pileyên 6.2 û 5.9 du erdehejên mezin rû dan. 151 kes birîndar bûn. 

Saziya Karesat û Hawarçûna Lezgîn ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, di nava Derya Marmarayê de mezintirînên wan 6.2 û 5.9, zêdetirî 50 erdhejan rûdane. Mezintirîn erdhej 6.2 ye û 13 çirkeyan berdewam bûye.

Parêzgarê Stenbolê ragihand, di erdhejê de 151 kes birîndar bûne ku piraniya wan xwe ji pencereyên avahiyan avêtine xwarê. 

Parêzgarê Stenbolê herwiha got, dibistan û zanîngeh û hemû dezgehên perwerdeyê, du roj girtî dimînin û bêhnvedan hatiye ragihandin. 

 

K24

Top