• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hewlêr.. Merasîmên sersaxiyê tên ragirtin

Hewlêr.. Merasîmên sersaxiyê tên ragirtin
Parêzgarê Hewlêrê piştî civîna bi Komîta Bilind a Fetweyê li Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo xweparastina ji vayrosa Korona, heta roja 21ê Adarê lidarxistina merasîmên sersaxiyê li Hewlêrê tên rawestandin.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, derkirina wê biryarê di demekê de ye, ti haleteke tûşbûna bi Vayrosa Korona li Hewlêrê nehatiye tomarkirin û hemû hewlên wan ji bo xweparastinê ne, biryara rawestandina birêveçûna pirseyan li mizgeftan jî ji bo xweparastinê ye.

Ferset Sofî ragihand jî, biryara rawestandina pirseyan heta roja 21 Adarê ye û heger pêwîst bike jî, dê were dirêjkirin.

Da zanîn, biryardana rawestandina hin merasîmên din yên olî, ji Wezareta Ewqaf û Komîta Bilind a Fetweyê re dimîne.

Amaje bi wê da, di dema bûrî de û ji bo rêgirtina li belavbûna vayrosa Korona, hin biryar hatine derkirin, reng e di rewşa asayî de ba, ew ne bi dilê wan ba.

Ev biryar di demekê de ye, duhî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuanîyekê de, ragehand, 4 haletên tûşbûna bi vayrosa Korona li bajarê Silêmanîyê hatine tomarkirin.

K24
Top