Artêşa Iraqê îşev dîsa li navçeya Sergeran êrîşî cotkaran kir
Îşev 22.04.2025, beriya demekî bo çendîn car artêşa Iraqê êrîşî ser cotkarên sînorê Sergeran kiriye û vê carê jî ne tenê pêşî li kêlana zeviyên wan kirine, belku pêşî li xwedî kirina pez û malên wan jî kirine û ji wan re ragehandiye, ku bi ti awayekî nabe li ser zeviyên xwe kar bikin.
Di vê derbarê de cotkarê ji gundê Pelkane yê binavê Ferhad Smaîl ji BasNewsê re ragehand: “beriya niha bi demekî, artêşa Iraqê êrîşî ser gundên Pelkane û Şenaxe û Gabereke kiriye, bîrên avê yên li ser zeviyên wan vemirandine û zeviyên wan tê didin, heta hewil dane ku hindek ji xelkê gund jî bigrin .”
Herwaha radigehîne: “Artêşa Iraqê ji xelkê wî gundi re ragehandiye, ku bi ti awayî nabe li ser zeviyên xwe kar bikin û niha netenê bo kêlanê, belku bo xwedî kirina ajalan jî li ser erdên me hatiye qedexekirin û artêşa Iraqê bi hemû awayekî pêşî li me digre.”
Hêjayî gutinê ye, artêşa Iraqê çendîn car li gundên navçeya Sergaran êrişî cotkaran kiriye û nahêle li ser zeviyên xwe kar bikin.
Basnews
