• Monday, 09 February 2026
logo

Lwîs Sako: Spas bo wê nerîna Herêma Kurdistan ji bo demokrasiyê heye

Gulan Media April 23, 2025 Nûçe
Lwîs Sako: Spas bo wê nerîna Herêma Kurdistan ji bo demokrasiyê heye

Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê îro (Çarşem, 23.04.2025) bi rê ve diçe. Kardînal Lwîs Sako di nav wan merasîman de got, “Gelek spas ji bo Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina vê çalakiyê, ku jê re dibêjin Roja Nimêja Niştîmanî.”

Kardînal Lwîs Sako amaje jî da, “Spas ji Herêma Kurdistanê re, ji bo wê nerîna jîrane ji bo peydakirina wê demokrasî û desthilat û fermandariya şaristanî ya heyî, herwesa rêzgtina li nirx û niştîmanî û pêkvejiyanê, herwesa berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bi naveroka rûdanên xemgîn û nîgeran re bûn.”

Navbirî tekez jî kir, “Nabe em wê yekê ji bîr bikin ku Herêma Kurdistanê bi hezaran aware hewandin, herwesa niha li deverê gelek şer û nakokî hene, ku mirin û wêrankariyan peyda dike, ev jî bes e ku em berê xwe bidin Xezzeyê, ku ev rûdan parvekirinê çê dikin,  herwesa hevkêşe û parsengiya hêzê parve dikin, bo ser ewlehî û seqamgiriya deverê.”

Herwesa got, “Ew rewş wê yekê dixwaze ku zêdetir danûstandinhebin ji bo çalakkirina hevpar û ku piştrastiya çarekirina arêşeyên li ser hev kombûyî bide û em ber bi arasteya pêşkeftin û jîn û jiyareke xweş û ewlehiyê pêngavan biavêjin, divê qanûnên nû hebin ku wekheviyê di navbera pêkhateyan de vebigire, piştevaniya avakirin û pêşkeftinê bikin.”

Ron jî kir, “Hin qanûnên kevin hene ku kar pê tê kirin, lê em li serdema lezê ne, bi eynî awayî ew paşverûtiya ku heye, ne misilman ne cihû û ne jî kiristiyanan vedigirin. Arêşe di olan de nîne, belkî arêşe di bikaranîna olan pêxemetî armancên siyasî û aborî de heye.”

Herwesa ragehand, “Xudayê mezin em çê kirine, ji bo ku em xûşk û bira bin û bi aştî û xweşî bijîn, ne ku hev bikujin. Heta îro jî li cîhana me ya îro aştî pêdivî û giring e, li vê deverê gelek gel hene ku ji ber şer û hevrikiyan azaran dikêşin.”

 

K24

Top