Ji Tirkiye bo Kurdistanê: Ragirtina hatûçûnan henardekirina xorak û pêwîstiyên bijîşkî li xwe nagre
Konsolê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay ragehand, biryara ragirtina peyvendiyên esmanî û bejayî bi Iraq û herêma Kurdistanê re, hewldaneke bo rêgirtina belavbûna vîrusa koronayê.
Hakan Karaçay di civîneke li gel wezîrê bazirganî û pîşesaziya hikûmeta herêma Kurdistanê Kemal Muslim de soz daye, ragirtina peyvendiyan henarde kirina xorak û pêwîstiyên bijîşkî bo herêma Kurdistanê li xwe negre.
Ji ber belavbûna vîrusa korona li Iraqê, roja şemiya borî hikûmeta Tirkiyê peyvendiyên esmanî û bejayî li gel Iraq û herêma Kurdistanê ragirt.
Heta naha li 15 kes li Kerkûk û Iraqê ber vîrusa korona ketine û 4 kes jî li bajarê Silêmaniyê berketine û hemû ew kesane jî ji Îranê ve vegeriyane.
Basnews
