Serokwezîrê Kurdistanê li Emanê ye
Kêliyek beriya niha Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re, gehêşte Eman û serî li nivîsgeha Şahê Urdinê Şah Ebdulah kir û Şah Ebdulah li gel rayedarên din yên Urdinê li ber derî pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê û şanda pê re kirin.
Piştî merasima pêşwaziyê her du alî bo civîna navbera xwe derbasî hola civînê bûn.
