Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berhem Salih kir
Îro 22.04.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hat gotebêj kirin.
Herwaha nêrîn li ser hewl û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat veguhestin û tekezî li pêkanîna Hikûmeteke bihêz û yekgirtî di demeke herî zû de hate kirin.
Basnews
