Hejmareke berçav ji berpirs û rêvebirên Iraq û Cîhanê gehiştin Hewlêrê
Hejmareke berçav ji berpirsên payebilin û rêvebirên Iraq û Cîhanê ji bo beşdarî kirin di roja Duaya Nîştimanî, gehiştin Hewlêrê.
Parêzgeriya Hewlêrê ragehand: “Îşev 22.04.2025, bi armanca beşdarî kirin li roja Duaya Nîştimanî, li balafirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî pêşwazî li hejmareke berçav ji berpirsên paye bilind ên Iraq û Cîhanê hat kirin.”
Amaje bi wê jî hat dayîn, “Biryare li Hewlêra paytext bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, bo rêzgirtin û bi bîranîna pêhevre jiyana aştiyane ya di navbera Pêkhate û Olên cuda ên Herêma Kurdistanê, sibê çarşemê ew kar birêve biçe.”
Herwaha aşkera jî kir, “Di vê merasima olî de bawermendên hemû olan, hejmarek ji kesayetiyên siyasî û olî, endamên Parlementoya Yekitiya Ewropayê, dîplomat, karbidest û kesayetiyên çandî û civakî yên welatan beşdar dibin, hemû bi hev re dê ji bo Herêma Kurdistanê dua bikin û spasiya Xwedê bikin ku ev aramî daye vê deverê.”
Basnews
