Soylu: 76 hezar koçber ji Tirkiyê derketine
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin, piştî ku Tirkiyê astengên li pêş koçberan rakirine, heta îro demjimêr 10:00, hejmara koçberên ku ji Tirkiyê derketine, gihîştiye 76 hezar û 638 kesan.
Ji aliyê xwe ve, Netewên yekgirtî ragihand, zêdetir ji 13 hezar koçber li ber sînorê Tirkiyê û Yunanê de kom bûne û di rewşeke xirap a keşûhawayê de asê mane.
Piştî ku koçber sînorê Tirkiyê derbas dikin, Yunanistan rê nade kesek sînorê wê derbas bike û gelek caran jî gaza rondikrêj jî li dijî koçberan bikar tîne. Medyaya Yunanistanê diyar kir jî, Yunanistan hezar û 400 polîs û serbaz jî wek hevkarî şandine ser sînor.
Tirkiye bi îdîaya ku welatên Ewropa di pirsgirêka koçberan de alîkariya wan nakin û beşdarî projeya navçeya aram di nav sînorên Sûriyê de nabin, hemû berbestên li pêş penaberan rakirin.
Bi dehezaran koçber berê xwe dabûn ser sînorê Yunanistan û Bulgaryayê û bi rêyên bejahî û deryayî derbasî hewl didin derbasî wan welatan bibin.
K24
