• Tuesday, 10 February 2026
logo

Trump biryara vekêşandina hêzên welatê xwe li Afganîstanê dide

Trump biryara vekêşandina hêzên welatê xwe li Afganîstanê dide
Serokê Amerîkayê vegerandina hêzên welatê xwe ji Afganîstanê bi awayekî lez ragehand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî îmza kirina rêkeftina ragirtina şer di navbera welatê wan û Tevgera Talîban a Afganîstanê ragehand, hêzên Amerîkayê dê heyama 14 mehan de ji Afganîstanê vekêşin.

Vêkêşandina hêzên Amerîkayê ji Afganîstanê li hember du mercên Amerîkayê bo Talîbanê ye ku waha ne;

-Dawî anîna peyvendiyên Talîban û rêxistina terorîst a El – Qaîdê.

- Talîban şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de berdewam be.

Li gor rêkeftina duh 29.02.2020ê li Doha ya paytexta Qeterê hate îmza kirin, Amerîka û hêzên hevpeyman di heyama 135 rojan de 8.600 leşkerên li Afganîstanê ne dê paşde vekêşin.

Talîban rêxistineke îslamiya tund a Afganîstanê ye, peyvendiyek bihêz li gel rêxistina terorîst a El – Qaîdê heye û yek ji rêxistinên terorîst tê nasîn.

Basnews
Top