Serokwezîrê Kurdistanê diçe Urdinê
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina Şahê Urdinê Şah Ebdulah diçe Urdinê.
Biryare di çarçoveya vê serdana han de Serokwezî Mesrûr Barzanî û şanda pê re li gel Şahê Urdinê û rayedarên din yên vê welatî bicive û behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê, çawetiya berfiretir kirina têkiliyên han û çend mijarên din bikin.
