Ji bo cara yekem û bi amadebûna Serok Barzanî ‘’Roja duaya niştimanî’’ li Herêma Kurdistanê birêve diçe
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bi dirûşma ‘’Ber bi Yekbûn di Baweriyê de’’ roja duayên niştimanî li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe.
Bi destpêşxeriyekî newaze û bi amadebûna Serok Barzanî berpirsên payebilind, rêveberên Iraq û Herêma Kurdistan û cîhanê, parlamenterên welatên cîhanî û nûnerên hikûmetan li Amerîka, Ewrupa û Rojhilata Navîn, bi dirûşma ‘’Ber bi yekbûn di baweriyê de’’ rojên 22 heta 25ê Nîsan a 2025ê, cara yekem li Herêma Kurdistan û Hewlêr a paytext roja duayên niştimanî birêve diçe.
Beşdarbûyên vê çalakiyê bi kombûneke biratî ya hevbeş û di atmosferekî ruhanî ya tejî li dua û lawakirin ji bo xwedayê mezin de, li Hewlêr a paytexta pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî dê bicivin û dua ji bo Herêma Kurdistanê bikin ku penagehekî arame ji bo hemû pêkhateyên olî û netewî û mînakekî geş a pêkvejiyana aştiyaneye li cîhanê.
Basnews
