• Monday, 09 February 2026
logo

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê

Gulan Media April 21, 2025 Nûçe
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê

 Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji K24ê re ragehand, “Ew belgewyên ku aliyên Kurdî hene wê di vê konferansê de bên ragehandin.”

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro 20.04.2025 ji bernameya Basî Roj ya K24ê re ku îşev demjimêr 09:00 hat pêkêşkirin got, “Piştî diyalog û danûstandinên berdewam ên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di derbarê belgeyekê de ku li ser yek heye, ew belge di konferansa Kurdî de tê ragehandin.”

Îlham Ehmed herwaha got, “Amadekariyên lidarxistina wê konferansê di qonaxa dawiyê de ne. Hin têbîniyên asayî mane, ew jî tên çareserkirin. Em hêvîdar in ku bi zûtirîn dem ew konferans bê lidarxistin.”

Berpirsa navbirî herwesa got, “Sîstema navendî li Sûriyê nema tê qebûlkirin, divê sîstemê Sûriyeyê nenavendî be û hemû pêkhateyan vegire.”

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje jî da, “Eger sîstema navendî bê sepandin, ev yek dê rêyê li ber nakokî û şerên nû veke.”

Pêştir jî Îlham Ehmed di çarçoveya paneleke Dîdara Silêmaniyê de got: “Sîstema navendiyê di dîrokê û rewşên siyasî yên destnîşakirî de derketin û bi xwe re kirîz anîn, lewma em dibînin ku sîstema navendî ya tund doz û pirsgirêkan çareser nake, berûvajî wê kûrtir dike, lewma  em dibînin ku nabe Sûriye vegere beriya sala 2011 û divê nenavendî be û mafê pêkhateyan hemûyan tê de parastî be.”

 

 

Basnews

Top