• Monday, 09 February 2026
logo

Konferansek li ser jenosîda Kurdan li Amerîkayê tê lidarxistin

Gulan Media April 21, 2025 Nûçe
Konferansek li ser jenosîda Kurdan li Amerîkayê tê lidarxistin

Li zanîngeheke Amerîkayê konferansek li ser jenosîda Kurdan tê lidarxistin, û biryar e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di wê konferansê de peyameke vîdyoyî pêşkêş bike.

Malpera Navenda Macmillanê ya Xwandinên Navneteweyî ku bi ser Zanîngeha ‘Yale’ê ve ye îro 20.04.2025 ragehandiye ku, roja Çarşema bê, (23.04.2025) li zanîngeha wan li bajarê Nû Havenê yê eyaleta Konektîkatê ya Amerîkayê konferansek li jêr navnîşanê dîrok û bermayîkên jenosîda Kurdan tê lidarxistin.

Herwesa tê zanîn ku, her di wê konferansê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi rêya vîdyoyê peyamekê pêşkêş dike.

Her li dû zanyarên wê malperê, di wê konferansê de hejmareke panelan heye ku hin ji wan dê li ser dîroka nasnameya Kurdan, siyaseta bîranîna Kurdan, erşîfkirina piştî Enfalê û parastina bîranîn û nasnameyan bin.

Wê malperê di derheqa dema lidarxistina wê konferansê de jî amaje daye ku, seet 09:00 ê sibehê heta 04:30 ê êvarê bi dema Amerîkayê berdewam dibe û tevlîbûn jî bêberanber e, lê li destpêkê divê bi rêya lînkekê navên xwe tomar bikin.

 

 

Basnews

Top