Çekdarên PKKê keçek 14 salî li pêş mala wan revandin
Li sînorê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê rêxistina Ciwanên Şoreşger ku grubekî ser bi PKKê ye, keçeke biçûk li pêş mala wan revandin û dayîka wê keçê ji bo azadkirina keça xwe bangevaziyek li fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk dike.
Li gor zanyariyan navê wê keçê navê Rojîn Izedîn e û temen 14 salîye. Dayîka wê keçê vîdeoyek belav kir û dibêje: ‘’Çekdarên PKKê keça min li pêş mala me ya li gundê Qerequ ya ser bi Kobanê revandin.’’
Dayîka wê keçê ya bi navê Fatin Mehmûd dibêje: ‘’Keça min nexwaşiya wê heye û xwandekare û şiyana wê ya çek rakirinê tine û daxwazê ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk dikim ku kar bike ji bo azadkirina keça min.’’
Ji sala borî ve çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê gelek endamên ENKS û çalakvan û rojnamevan û xort û keçên kurd ji bo cîhên nediyar hatine revandin, beşek ji wan jî heta naha çarenivîsa wan nediyare û beşek ji wan jî birine bo kampên leşkerî yên PKKê.
Basnews
