• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îranê gef li Îsraîlê xwarin: Emê bersiv bidin

Gulan Media February 29, 2020 Nûçe
Îranê gef li Îsraîlê xwarin: Emê bersiv bidin
Wezareta derve ya Îranê gef li artêşa Îsraîlê xwarin û ragehand, eger Îsraîl êrîş bike ser berjewendiyên Îranê dê bersiva wan bidin.

Îro 29.02.2020ê berdevkê wezareta derve ya Îranê Ebas Musewî ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, Îsraîl di temenê xwe yê 70 salî de tenê siyaseta dagirkerî û dijminatiyê pêkaniye.

Ebas Musewî ragehand, hebûna hêzên Îranî li Sûriyê bi rêkeftin li gel rejîma Sûriyê pêkhatiye. Eger Îsraîl êrîş bike ser berjewendiyên Tehranê li Sûriyê û gêjtiyê û nezaniyê bike, emê ‘’di cîh de bersiva wan bidin.’’

Berpirsên payebilind ê Îsraîlê jî berdewam dibêjin ku rê nadin tevgera hêzên Îranê yên li Sûriyê.

Basnews
Top