• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qiyameyê

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qiyameyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Cejna Qiyameyê li Kiristiyanan pîroz kir û hêvî xwast ku ew cejn bi xweşî û şadî derbas bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qiyameyê bi peyamekê pîrozbahî li Kiristiyanên Iraq û cîhanê kir.

Deqa peyama Serokwezîr:

Bi boneya Cejna Qiyameyê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên Kiristiyan yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim cejnên xwe bi xweşî û şadî derbas bikin û ev boneya pîroz bibe sedema aştî û aramiyê û xurtkirina prensîbên pêkvejiyan, tebayî û xweşewîstiyê di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de.

Cejna Qiyameyê pîroz be û her dem di bexteweriyê de bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Basnews

Top